DYE: Maliyeta şerê Îranê bû 37,5 milyar dolar

Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Pete Hegseth ragihand ku şerê li dijî Îranê, heya niha bû sedem ku DYE 37,5 milyar dolar bimezêxe. Hegseth budçeya zêde ya 67 dolarî ya ji bo Pentagonê tê xwestin, ‘lezgîn û pêwîst e’.

Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li Senatoyê daxuyanî da û got, maliyeta şerê li dijî Îranê gihişte 37,5 milyar dolarê.

Hegseth diyar kir ku ev hejmar hin mezaxtinên heya dawiya meha îlonê tên pêşbînîkirin jî digire nava xwe. Hat ragihandin ku maliyeta dawî ya hatî eşkerekirin, li gorî texmîna berê ya 20 milyar dolarî ji sedî 30 zêde bûye.

PENTAGON BUDÇEYA ZÊDE DIXWAZE

Wezîrê Parastinê Hegseth û Serfermandarê Giştî Orgeneral Dan Caine diyar kir ku budçeya zêde ya 67 dolarî ya ji bo Pentagonê tê xwestin, ‘lezgîn û pêwîst e’.

JI SENATORA DEMOKRAT NERAZÎBÛN

Senatora Demokrat Jeanne Shaheen jî diyar kir ku Wezareta Parastinê hîna xwedî budçeya 75 milyar dolar a nehatî mezaxtin e û daxwaza ji bo budçeya zêde rexne kir.

SENATORAN HÛRGÛLIYÊN ‘STRATEJIYÊ’ XWESTIN

Di rûniştina li Senatoyê de hin senatorên komarparêz jî daxwaz kirin ku rêveberiya Trump têkildarî stratejiya Rojhilata Navîn, hîn zêdetir agahiyan bide.